Rêxistina FARCê 29 wezîfedarên ewlehiyê revand

07 March 2025 20:46 0 dîtin
Rêxistina FARCê 29 wezîfedarên ewlehiyê revand

PeyamaKurd – Li welatê Kolombiya li herêma Caucayê, grûbekî endamên rêxistina Hêzên Çekdar yên Şorişgerên Kolombiyayê (FARC)ê, 29 wezîfedarên ewlehiyê revand. Wezîrê bergiriyê yê Kolombiyayê ji bûyerê grûba ku FARCê berpirs girt, wan rexne kir û got nahêlin dewlet xizmetê bike.

Wezîrê bergiriyê yê Kolombiyayê Pedro Sanchez Suarez, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku raste li herêma rêvebiriya Caucayê li gundên El Plateado û La Haciendayê 29 wezîfedarên ewlehiyê hatine revandin.

Sanchez, ji bûyerê grûba FARCê ya ya dibin serperştiya Carlos Patino berpirs girt û got:

“Berpirsiyariya wezîfedarên ewlehiyê yên revandî ya ku van sûcan dike ye. Van kesan zarokên biçûk bi zorê dixin bin çekan û nahêlin xizmetên dewletê yên wekî tenduristiyê, perwerdê û îstîhdamê bibin.”

Piranya kesên revandî polîsin û kesên wan revandine sîvîlin.