Rêxistina ELN, bavê fûtbolîstê Liverpoolê yê Luis Diaz revand
PeyamaKurd – Li gor ragihandina hukumeta Kolombiyayê; rêxistina ELN bavê fûtbolîstê tîma Liverpoolê yê Luiz Diaz revand. Hukumeta Kolombiyayê xwest ku wî serbest berdin û li ser mijarê dest bi operasyonê kir.
Hat ragihandin ku rêxistina ELNê bavê fûtbolîst Diaz di 28ê Cotmehê de revandiye. Nûnerê hukumeta Kolombiyayê Otty Patino mijarê piştrast kir. Patino got:
“Li gor agahiyên gihane me, di 28ê Cotmehê de bavê Luiz Diaz, Luiz Manuel Diaz, li devera rêvebiriya Guajirayê li belda Barrancasê ji terefê yekîneyekî ELNê de hat revandin. Em bang dikin ku wî yekser berdin. Bila jiyana wî bixin ewlehiyê û ELN bi berpirsiyarî tevbigere.”
Li gor ragihandina rojnama tiraja wê bilind ya Kolombiyayê El Tiempoyê, endamên ELNê soz dane ku bavê Diaz serbest berdin.
Ji bo dîtina Diaz, di operasyonan de 130 polîs û 110 leşker cîh digrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin