Li Amedê civîna vekirina Rêxistina Hevêdaniyan bi fermî vekirin

01 November 2025 17:23 0 dîtin
Li Amedê civîna vekirina Rêxistina Hevêdaniyan bi fermî vekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê civîna vekirina rêxistina Hevêdiyan hat kirin. Serokê rêxistinê Musa Kılıç behsa girîngiya yekîtiyê kir û got wê di seha hûqûqê, perwerdê û tenduristiyê de komîsyonan ava bikin.

Civîn li otêlekî navça Yenişehirê hat kirin, Quranê xwendin û pêşandana sînevîzyonê kirin. Serokê rêxistinê Musa Kılıç di axaftina xwe de got:

“Hedefa me ya esasî ew e ku em bibin yek, pirsgirêkan bi nezaket û hakaniyetê çareser bikin û ji civakê re karên bi fêde bikin. Em ê ji bo taziyan, aştiyê, avahiyên esasî, hûqûqê, tenduristiyê, medyayê û perwerdê komîsyonan ava bikin.”

Ji Amedê serokê baskê AKPê Mela Ömer İler, nûnerên partiyan û rêxistinên civakî yên sîvîl û hemwelatî tevlî civîne bûn.

Hevêdan bi xwe eşîrekiye ku gelek belaveye lê bêhtir li der û dora navça Pasûrê binecîne.