Erdogan û Esad diçin civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Riyadê
PeyamaKurd – Endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî sibê an ku roja Şemiyê li Erebistana Sa’ûdiyê dicivin. Mijara civîna wan li ser şerê navbera Hamasê û Îsraîlê ye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Sûriyê Beşar Esa jî diçin Erebistanê û tevlî civînê dibin.
Niha meraqa herkesî ew e bê wê Esad û Erdoğan li Erebistanê hevdîtinekî surprîz bikin an na? Ji ber di mehên berê de li Qatarê ji nîşka de serokê Misrê Sîsî û Erdoğan li wê derê li hev hatibûn.
Tevlîbûna Esad ya civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî îro ji terefê ajansa fermî ya Sûriyê ji aliyê SANAyê de hat ragihandin û SANA got:
“Serokkomar Esad îro ji bo tevlî civîna lezgîn ya Riyadê bibe, diçe Erebistana Saûdiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin