Rêxistina Dewletên Tirk belavoka encama civîna Astanayê belav kir
PeyamaKurd - Rêxistina Dewletên Tirk 10em zîrwa xwe li payîtexta Kazakistanê li Astanayê lidarxist û belavoka encama civîna Astanayê belav kir. Di balavokê de hat ragihandin ku çareseriya pirsgirêka navbera Îsraîlê û Fîlîstînê avakirina 2 dewleta ye.
Di civînê de biryarê dan ku hevkariya navbera endamên rêxistinê kûrtir bikin. Endam destekê didin têkiliyên baş yên navbera Azerbeycan û Ermensitanê. Divê têkilî li ser esasê naskirina desthilata hev be û ji yekîtiya axa hev re rêz bigrin.
Biryara wezîfedarkirina dîplomatan ya Macaristanê ya ji bo rêxistinê bi bilindahî pesend kirine û endamên dewlet yên rêxistinê zêdekirina hevkariya bi Macarsitanê re teyîd kirine.
Endamên rêxistinê her weha êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê şermezar dikin û bang dikin ku li Xezzayê alîkariyâ mirovî zêdetir bikin.
Di daxwuyaniyê de behsa girîngiya fêdetîna ji xetta rêya hesin ya Baku-Tiflis-Karsê, ya ji devera aboriyê ya Zengezorê ku Azerbeycan û Naxçivanê bi hev re girêdide û ji rêya hesin ya “Çin-Kırgızistan-Ozbekistan”, “Kazakistan-Türkmenistan-İran” û “Tirmiz-Mezar-ı Şerif-Kabil-Peşaver” ê û girîngiya fêdedîtina ji wan rêyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin