Çînê giliyê Tirkiyeyê li Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê kir
PeyamaKurd – Komara Gel a ÇINÊ bacên gumrikê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn danîn anîn Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO).
Tirkiyeyê, adara 2023yan biryar dabû ku li ser maşîneyên bi elektrîkê yên ku ji Çînê tên îthalkirin ji sedî 40 baca gumrikê ya zêde bisepîne. Bi vî awayî baca gumrikê ya li ser maşîneyên bi elektrîkê yên ku ji Çînê dihatin îthalkirin derketibû ji sedî 50.
Di tîrmeha îsal de Tirkiyê çarçoweya van bacan berfirehtir kir û ji bo maşîneyên bi benzîn, mazot, hîbridî dixebitin û yên bazirganiyê ji sedî 40 baca gumrikê zêde kiribû.
Di sala 2023yan de Tirkiyeyê şert û mercên wekî avakirina 20 servîsên li 7 herêman, hebûna nûnertiyan danî ji bo hemû maşîneyên bi elektrîkê yên ku ji welatên YEyê û welatên xwedî peymanên bazirganiya azad ên weke Çîn, Japonya û Afrîkaya Başûr tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin