‘Çînê, êrîsa siber li Rêxistina Efûyê kir’

06 December 2022 16:00 0 dîtin
‘Çînê, êrîsa siber li Rêxistina Efûyê kir’

PeyamaKurd- Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) a Şaxa Kanadayê ve hat ragihandin ku li dijî agahiyên wan, êrîşeke siber hatiye kirin û hat diyarkirin ku ev êrîş bi piştgiriya Çînê hatiye kirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîşa siber a yekem, di 5ê Cotmehê de hatiye tespîtkirin û hat diyarkirin ku lêkolînerên tiba edlî û pisporên ewlehiya siber, dest bi lêkolîna bûyerê kirin. Hat eşkerekirin ku ji ber êrîşa siber, nêzî 3 hefte ye xebatên saziyê qut bûne.

Sekretera Giştî Ketty Nivyabandi ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girtine, diyar kir ku ev êrîş bi taybetî tenê bi Çîn û Hong Kongê ve girêdayî ye û ji ber lêgerînên li ser pergalên wan, çend çalakvanên navdar ên Çînî kirine hedef û wiha dewam kir:

"Wekî rêxistineke cîhanî ya mafên mirovan, em pê dizanin ku dibe em bibin armanca hewildanên ji aliyê hikûmetê ve ji bo astengkirin û çavdêrîkirina karê me. Ev yek dê wan netirsîne û nepenî û ewlehiya çalakvan, karmend, xêrxwaz û parmendan dê karê wan yê sereke be.

Her wiha pargîdaniya ewlehiya siber a Amerîkî Secureworks diyar kir ku êrîşa siber a li ser pergalê ne hewlek ji bo bidestxistina pere ye û dema ku naveroka bangan, asta sofîstîke û amûrên taybetî yên diyar ên ku ji hêla aktorên bi piştgiriya Çînê ve tên bikaranîn werin lêkolînkirin, dibe ku li pişt êrîşê, komeke gefxwarinê ya ku ji aliyê dewleta Çînê ve hatiye piştgirîkirin an jî hatiye erkdarkirin, hebe."