Êzîdî giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî dikin
PeyamaKurd – Di 17ê Tebaxa 2021an de ji aliyê Tirkiyeyê ve li Şengalê li dijî nexweşxaneyeke sivîlan êrîşeke hewayî pêk anîbû, li Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî gilî hat kirin.
Di êrîşa ku mijara gotinê ye de 8 kesan can dan û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
4 giliyên ku di nav wan de kesên ji êrîşê rizgar bûne û şahidên bûyerê jî hene, di serlêdana xwe ya ji bo Neteweyên Yekbûyî de îdia kirin ku mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin.
Di dosyaya gilîkirinê de hat îdiakirin, Tirkiye li ser mirina sivîlan lêkolîn nekiriye û rêyên hiqûqî yên bi bandor ji mexdûran re nedaye.
Rojnameya Guardian a ku navenda wê li Îngilîstanê ye, nivîsand ku dosya di nava du salan de hatiye amadekirin û hefteya borî radestî Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin.
Tirkiye îdia dike, êrîşên esmanî yên li herêmê PKK û rêxistina Êzîdî YBŞ kirine armanc, ku Enqere wek baskekî PKKê dibîne. Ji aliyê din ve YBŞ red dike ku têkiliya wê bi PKKê re hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin