Yûnanîstanê giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî kir

02 December 2022 13:34 0 dîtin
Yûnanîstanê giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî kir

PeyamaKurd – Di dema ku rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de ya ji ber îhtîmala operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Rojava û Sûriyeyê derket pêş, çapemeniya Yûnanîstanê geşedaneke balkêş bi xwendevanên xwe re parve kir.

Rageşiya li ser xeta Enqere-Atîna ku di mehên dawî de zêde bû, bi mutabaqata di warê hîdrokarbonan de ku di 3yê Cotmehê de di navbera Tirkiye û Lîbyayê de hat îmzekirin, dîsa zêde bû.

Hat ragihandin ku Nûnera Daîmî ya Yûnanîstanê ya li Neteweyên Yekbûyî Mariya Theofili bi xwe nameyek radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kiriye.

Di nameya ku di 17ê Mijdarê de hat dayîn de, hat diyarkirin ku Yûnanîstan ji peymana ku di navbera Lîbya û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin nerehet e û ev tevger ewlekarî û aştiya herêmê dixe xeterê.

Di nameyê de hat gotin, ji bilî îtîraza Yûnanîstanê ya li hemberî vê peymanê, mafê rêveberiya Lîbyayê jî nîne ku peymaneke bi vî rengî pêk bîne.

Theofili herwiha diyar kir, welatên din jî bertek nîşanî vê peymanê dan û rayedarên payebilind ên hin saziyên li Lîbyayê jî li dij derketin.