Neteweyên Yekbûyî li ser revandin û vegerandina penaxwazan a li Tirkiyeyê bifikar e

22 October 2024 15:05 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî li ser revandin û vegerandina penaxwazan a li Tirkiyeyê bifikar e

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)yê ragihand ku ew ji ber vegerandina 4 penawazan a li Tirkiyeyê bifikar in.

Netewên Yekbûyî îro nîgeraniya xwe ya kûr derbirî ku 4 penaxwazên ji Tirkiyeyê, ji Kenyayê hatine revandin û bi darê zorê li Tirkiyeyê hatine vegerandin.

Wezareta Derve ya Kenyayê duh, duşemê ragihandiye ku 4 penaberên ji Tirkiyeyê; Mustafa Genç, Ozturk Uzun, Alparslan Taşci û Huseyin Gesilsu roja Înê li Tirkiyeyê hatine vegerandin.

Ev daxuyanî piştî nûçeyên medyayê hatiye ragihandin ku 4 kesên ji Tirkiyeyê li kolaneke Nairobî ya paytexta Kenyayê tevî 3 kesên din hatin revandin û piştre hatine berdan.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)yê got ku ew ji ber vegerandina 4 penaberan a li Tirkiyeyê bifikar in û bang li Kenyayê kir ku “hurmeta xwe ya hiqûqî ya navneteweyî bi cih bîne.”

UNHCRyê bang li hikûmetê kir ku rêzê li prensîba nevegerandinê bigire  ku penaxwaz û penaberan ji talûkeyan diparêze û nebe sedema şandina wan bo cîhekî ku jiyan û azadiya wan tê de bin xetereyê de ye.

Wezareta Derve ya Kenyayê got ku wan garantî ji Tirkiyê wergirtiye ku ew 4 kes “dê bi rûmetî bên pêşwazîkirin.”

Her weha Amnesty International (Rêxistina Navneteweyî ya Efû)yê li ser vê mijarê roja şemiyê gotiye ku wan ev vegerandin piştrast kiriye û ev yek  “Hem binpêkirina qanûnên Kenyayê û hem jî binpêkirina yasaya penaberan a navneteweyî ye.”