Iraqê li Neteweyên Yekbûyî giliyê Îranê kir û dozê lê vedike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Iraq li Netewên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlekariya Navnetewî giliyê Îranê dike û dozê lê vedike.
Nûnerê daîmî yê Iraqê li NYê Mihemed Husên Behrililum da xuyakirin ku welatê wan êrîşa moşekî ya Îranê red dike û rê nade ax û esmanê wan bibe qada milimilaneya Amerîka û Îranê.
Mihemed Husên Behrulilum giliyê welatê xwe li dijî êrîşa moşekî ya Îranê gihand sekreterê giştî yê NYê Antonio Gutteres.
Behrulilum got, Îran bi vê êrîşa moşekî ve serweriya axa Iraqê û hirwaha bingehên cîrantiya baş jî binpê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin