Neteweyên Yekbûyî: Pêwîstiyên awareyên Êzîdî gelek zêde ne
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî do bi daxuyaniyekê da zanîn, zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzîdî ku ji jenosîda DAIŞê rizgar bûne, hîn jî li Herêma Kurdistanê aware ne.
Rêxistina Navdewletî ya Karûbarên Awareyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de eşkere kir, pêwîstiyên awareyên Êzîdî (ku heta niha piraniya wan li Herêma Kurdistanê dijîn) gelek zêde ne.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, dijwariya jiyana awareyên Êzîdî wisa dike ku tenê pêwîstiyên xwe yên rojane daxwaz bikin.
NY diyar kir, DAIŞ bi rêjeya %80 jêrxana giştî û herwiha %70 xaniyên Êzîdiyên li Şengal û derdora wê wêran kirine ku bi rêjeya %85 nişteciyên wan navçeyan, pişta xwe dane çandiniyê.
Di berdewamiyê de da zanîn, DAIŞê destê xwe dirêjî samanên sirûştî yên wan navçeyan jî kiriye, hemû rûbar, bîrên avê û zeviyên çandiniyê wêran kirine.
Neteweyên Yekbûyî ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaz kir ku keş û hewayek pêk bînin ku bûyerên bi ser Êzîdiyan de hatine, dubare nebin û ji bo vegera wan a bo jiyan û avedankirina deverên wan, alîkar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin