Neteweyên Yekbûyî ji bo qanûna pistgirîkirina keçên Kurdên Êzîdî çalak bike bang li Iraqê kir
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî ji bo qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne bi awayekî bi bandor çalak bike, bang li Hikûmeta Iraqê kir.
Lijneya li dijî îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa girtiyên li Iraqê raporek belav kir û dilgiraniya xwe li hember tevgera bi girtiyan re anî zaman. Herwiha di raporê de bal kişand ser rewşa Kurdên Êzîdiyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de da zanîn, komîte pêşwazî li derxistina hejmarek qanûnan li Iraqê kir ku qala rizgarkirina keçên Kurdên Êzîdî dike. Qanûn di sala 2021an de hatibû pesendkirin ji bo qerebûkirin û dermankirina keçên Kurdên Êzîdî yên ku di şer de rastî tundûtîjiyê hatibûn.
Herwiha Lijne daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku qanûnan bi "bandor" cîbicî bike bi pêşkêşkirina piştgiriyeke zêdetir û piştrast dike ku kesên sûd ji qanûnê werdigirin divê keçên Kurdên Êzidî bin ku şer bandor li ser jiyana wan kiriye.
Di destpêka êrîşên DAIŞê ser Başûrê Kurdistanê de Kurdên Êzîdî rastî komkujiyan hatin ku hejmareke zêde ya keçên Kurdên Êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin