Kazimî: Tawana li keçên kurdên êzidî hatiye kirin rûresîyeke mezin e

27 March 2022 21:35 0 dîtin
Kazimî: Tawana li keçên kurdên êzidî hatiye kirin rûresîyeke mezin e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Yekşemê di yekemîn salvegera derketina qanûna piştevanîkirina keçên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, axaftinek kir û got, ew tawana li kurdên êzidî hatiye kirin rûreşîyeke mezin e.

Kazimî got, hikûmet û dezgehên ewlehiyê yên Iraqê dê li ser geriyan û dîtina keç û jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin berdewam bin û da zanîn, ew karê ku terorîstên DAIŞê li dijî keçên kurdên êzîdî kirine rûreşiyek mezin e.

Mistefa Kazimî diyar kir, divê her aliyek kar bike da ku tawanên wisa dubare nebin û herwiha bang li aliyên siyasî yên Iraqê jî kir, di pêkanîna hikûmeta nû de lezê bikin, encex wiha dikarin hurmeta xelkê û daxwaziyên xelkê bigirin.