5 hezar Kurdên Êzidî li Heleb û Sehbayê di bin metirsiya mirinê de ne
PeyamaKurd – Rêveberê Rêxistina Kurdên Êzdî yên Kolnê Elî Îso derbarê rewşa krîtîk a piştî dagirkirina bajarê Helebê yê Sûriyê ji aliyê HTŞyê ve, hişyarî da û got, “5 hezar êzîdiyên li herêma Şehba li başûrê Efrînê û Eşrefiyê Şêxmeqsûd dijîn û got “Jiyana kurdan di metirsiyê de ye”.
Di 27ê Mijdara 2024an de, hêzên rêxistina tund a Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku berê Idlib kontrol kiribû, Heleba ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de bû, di demeke kin de bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikûmeta Sûriyê were, bi dest xist.
Li gorî agahiyên ji herêmê, tenê 2 taxên kurdan ên Helebê di bin kontrola HSDyê de ne.
Rêveberê Rêxistina Kurdên Êzdî yên Kolnê Elî Îsa ku beşdarî bernameya taybet a Rûdawê ya li ser rewşa Sûriyê û Rojava bû, bal kişand ser rewşa kurdan li navçeyên şer û got, “Metirsiyeke mezin li ser welatiyên kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û li herêma Şehbayê kurdên sivîl ên hene.”
Elî Îsa amaje bi wê yekê kir ku bi taybetî metirsî li ser kurdên êzidî heye û wiha berdewam kir:
”Li gorî agahiyên ku ketine destê me, çarenivîsa welatiyê êzidî yê 63 salî ne diyar e. Li taxên Şehmeqsûd û Eşrefiye û herêma Şehba nêzî 5 hezar Êzidî dijîn û di rewşeke dijwar de ne. Îhtimal heye ku hêzên çekdar ên cîhadîst êrîşî gelê kurd li herêmê bi taybetî jî kurdên êzidî bike û herêmê talan bike.”
Bang li Herêma Kurdistanê û hemû Kurdan kir.
Elî Îso her wiha destnîşan kir ku divê qetlîama li dijî gelê Rojava careke din neyê kirin û bang li Herêma Kurdistanê û hemû kurdan kir.
Li gorî Elî Îso, nêzîkî nîv milyon kurd li herêmên Heleb û Şehba hene, bi taybet koçberên Efrînê yên piştî şerê Efrînê li Şehba bi cih bûne û heta niha nayê zanîn dê çi were serê wan.
Îso diyar kir ku êrîşên komên çekdar dewam dikin û hîn jî herêma Şehba û taxên kurdan ên Helebê di metirsiyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin