HSD: Çekdaran 15 hezar sivîlên asêmayî yên Heleb û Sehbayê revand
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve, zêdetirî 120 wesayîtên ku ji bo veguhastina sivîlên li Şehbayê asê mabûn, asteng kirin û zêdetirî 15 hezar sivîl revandin.
Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya HSDê, çekdaran bi hezaran sivîlên li herêma Şehbayê asê mabûn, revandin.
120 erebeyên sivîlên asêmayî tê de bûn revand
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku bi sedan welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir.
Bi armanca kolekirinê jî wan koman, zêdetirî 15 hezar sivîl girtin û hejmareke mezin revandin. Tevî vê yekê jî wan tî û birçî dihêlin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin