270 hezar kes tevlî Festîwala Helebçe ya bi navê ‘Hinar û Payîzê’ bûn
PeyamaKurd – Li Helebçê festîwala Hinar û Payîzê hat kirin û îro festîwal bi dawî hat. Heya niha 270 kes tevlî festîwalê bûne. Ragihandin ji aliyê rêvebirê giştî yê tûrîzmê yê Helebçeyê de hat kirin.
Festîwal ya 9em e ku heya niha têkirin. Di roja dawiyê ya festîwalê de rêvebirê çandiniyê yê Helebçê Star Mehmûd got:
“ Festîwala Hinar û Payîzê li Herêma kUrdistanê û Iraqê festîwal herî mezine ya di seha xwe de ye. Em plan dikin ku di sala pêşiya me de festîwalê bikin ya navdewletî. Îsal 116 rojnamevanên xwecîh, Iraqê û navdewletî û ji hezarî zêdetir rojanemvan festîwalê şopandin û destekê dan serkeftina festîwalê.”
Îsal 900 baxçivanên pispor û 900 cotyar tevlî festîwalê bûne.%46ê wan jin bûn.
Hilberîna hinaran ya Helebçê yê nîvê hilberîna Kurdistanê ye û difroşin derveyê Kurdistanê bi taybetî welatên Ereb.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin