Rêvebiriya gestiyariyê ya Akrê: 75 hezar kes tevlî Newroza Akrê bûn

20 March 2024 22:18 0 dîtin
Rêvebiriya gestiyariyê ya Akrê: 75 hezar kes tevlî Newroza Akrê bûn

PeyamaKurd – Berdevkê rêvebiriya geştiyariyê yê Akrê Vehêl Fehmî ragihand ku ji bo pîrozbahiya Newrozê 75 hezar kes çûne Akrê û tevlî ahengê bûne.

Îro (20ê Adarê) li başûrê Kurdistanê li bajarê Akrê seet di 18.00an de bi tevlîbûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî karvawala Newrozê hat li dar xistin û bi Mesrûr Barzanî re, her weha gelek balyozên dewletên cuda û konsolos hebûn. Meşala Newrozê ji terefê Mesrûr Barzanî de hat vêxistin.