Li Helebçe festîwala hinaran destpêkir
PeyamaKurd – Li bajarê Helebçe ya Herêma Kurdistanê çandiniya hinaran bi nav û denge û her sal festîwala hinaran li dardixin. Îsal jî festîwala hinaran li Helebçe li Daristana Bajêr destpêkir.
Qeymeqamê Helebçe Nûhşa Nasih ragihand ku bende ne, 700 hezar kes seredana festîwalê bikin. Festîwal dê 3 roj dewam bike. Qeymeqam Nuhşa Nasih, ragihand ku li bajêr salane 30 ton hinar diçinin û hinek ji hinaran, dişînin bajarên başûrê Iraqê.
Qeymeqam Nasih got ku divê herkes li tama hinarên Helebçe binêre û ji bo wê jî, dawetiyan şandine balyozxane û nûnertiyên welatên biyanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin