Bi biryara Serokwezîr Barzanî alîkarî ji 3 hezar 500 Kurdên Êzidî re tê pêskes kirin

04 August 2024 11:50 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr Barzanî alîkarî ji 3 hezar 500 Kurdên Êzidî re tê pêskes kirin

PeyamaKurd - Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariyên darayî li ser zêdetirî 3 hezar û 500 welatiyên Êzidî yên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne, tê dabeşkirin.

Serokê Binkeya Çandî û Civakî ya Laleşê Seîd Jirdo îro 4ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de ragihandin: “Alîkariyên darayî ji bo hemû welatiyên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dibe, heta ewên ku piştî rizgarbûna xwe çûne derveyî welat jî.”

Seîd Jirdo got ku, welatiyên Êzidî yên li derveyî welat dijîn, dikarin online forma xwe dagirin ku dê roja yekşemê ji aliyê Binkeya Laleşê ve bên belavkirin.

Serokê Binkeya Laleşê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo pêşkêşkirina wan alîkariyên darayî û bibîr xist, Serokwezîr her tim piştgîriya Êzidiyan kiriye û hewla dabînkirina mafên wan daye.

Jirdo diyar kir, kesên rizgarbûyî yên li Şingalê dijîn, dikarin serdana wan bikin û alîkariya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin û ji bo vê yekê jî komîteyeke taybet hatiye avakirin.

Di çarçoveya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Êzidiyan de, roja 18-07-2024an, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne û di lîsteya rizgarbûyan de hatine tomarkirin û ji xwendinê hatine dûrxistin, tevahiya hêsankariyan ji wan re bê kirin, ta ku careke din dest bi xwendinê bikin.