Bi biryara Serokwezîr Barzanî zeviyên Hestê Hesarokê tên dabeskirin

17 July 2024 17:36 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr Barzanî zeviyên Hestê Hesarokê tên dabeskirin

PeyamaKurd – Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rê ji bo dabeşa duyem a zeviyên xeta Heştê Hesarok hate dayîn.

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragihand “Ew biryar ji bo xizmetkirina hemwelatiyên bajarê me yê xweştivî û zêdetir avadaniyê û ji bo berjewendiya giştî û welatiyên hejar bi taybetî hatiye derxistin.”

Di daxuyaniya Serokatiya Şaredariya Hewlêrê de wiha hate gotin:

“Piştî razîbûn û biryara Rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û spartina Rêzdar Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û rûniştina Civata Şaredariya Hewlêrê bi serperiştiya Serokê Civata Şaredariya Hewlêrê Endazyar Karzan Ebdulhadî û cîgirê wî û bi amadebûna endamên civatê di rûniştina hejmara 23 ya Civata Şaredariya Hewlêrê de, bi biryara hejmara 182 li roja 15.07.2024ê, ji bo xizmetkirina welatiyên bajarê me yê xweştivî û zêdetir avadaniyê û ji bo berjewendiya giştî û hemwelatiyên hejar bi taybetî fermana rêpêdana dabeşa duyem li ser zeviyên xeta Heştê Hesarokê çû di warê cîhbicîhkirinê, piştî ku di rûniştinê de danûstandin û şêwirmendî di derbarê çend xal û rênimayên rêpêdanê de li ser hatin kirin.”