Serokwezîr Barzanî pêswazî li biryara çalakkirina Komîsyona Hilbijartinê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro duşemê 22yê Gulanê serdana navçeya Akrê kir ku bi berpirsên îdarî yên her du navçeyên Akrê û Berderaşê re behsa baştirkirina xizmetguzariyan hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li navçeya Akrê gotarek pêşkeş kir û ragihand, di demeke nêzîk de du zanîngeh li Akrê û Germiyanê têne damezrandin, da ku xizmetên gelek mezin bigihînin xelkê wan navçeyan.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de, pêşwazî li biryara îro 22yê Gulanê ya çalakkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve kir û got: “Rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê destkeftên me ve li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, ketibû jêr pirsyarê; gelo baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye an na?”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser biryara parlamentoya Kurdistanê wiha axivî: "Îro Parlamentoya Kurdistanê biryara aktîvkirina Encûmena Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan da, ji bo ku hilbijartin were kirin, destxweşiyê li endamên parlamentoyê dikim ji bo derkirina vê biryara girîng, çimkî bi rastî rewatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê destkeftên me ve li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, ketibû jêr pirsyarê ve; gelo baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye an na?".
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, eger kêşe hebe, tê çareserkirin, lê belê ti tiştek nabe rêgirî li encamdana hilbijartinan bike, loma ev biryara hatiye dayîn, piştrastkirinek bû, ku baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi proseya hilbijartinan û demokrasiyê heye.
Mesrûr Barzanî herwiha hêviya xwe anî ziman ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de di dawiya îsal de were encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin