Bi biryara Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê 4 nehiyeyên nû hatin diyarkirin

15 December 2023 00:20 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê 4 nehiyeyên nû hatin diyarkirin

PeyamaKurd – Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li nav sînorên parêzgeha Hewlêr 4 nehiye û hejmareke gund hatin diyarkirin.

Hate ragihandin ku biryar di çarçoveya giringîdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi berfirehkirina deverên îdarî û çêkirina nehiyeyên nû li sînorên parêzgeh û îdareyên serbixwe ji bo hêsankariya welatiyan hatiye dayîn.

Biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji roja derkirina wê dikeve pratîkê.

Çar nehiyeyên hatine diyar kirin:

Yek: Ragihandina nehiyeya Korê û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Du: Ragihandina nehiyeya Bestoreyê û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Sê: Ragihandina nehiyeya Binarê Sefînî û girêdana wê bi qezaya Pîrmamê ve.

Çar: Ragihandina nehiyeya Bêstaneyê ku navenda wê dê gundê Bêstaneyê be û veqetandina wê ji qezaya Deşta Hewlêrê.

Herwiha li sînorên îdarî yên nû hejmareke nehiye û gundan hatine diyarkirin ku berê li nav sînorên qeza û nehiyeyên din bûn:

Yek: Veqetandina Nehiyeya Dareşekranê bi tevaya gundên wê ve ji sînorê qezaya Xebatê û girêdana wê bi Qezaya Pîrmamê ve.

Du: Veqetandina gundên Şîwepîran û Resul Biçûk ji nehiyeya Şorişê a bi ser qezaya Koyeyê ve û girêdana wan bi nehiyeya Bêstaneyê ve.

Sê: Veqetandina gundên Kanîbizre, Rulke, Heytekuje, Şaqazî, Hesen Mutrîb, Sofî Brayîm, Pungîne, Mîrekanî Xidir, Çalegirdere, Aziyane, Qeşqe, Xorxor, Duşîwan û Pelkane ji qezaya Quştepeyê û girêdana wan bi nehiyeya qezaya Deşta Hewlêrê ve.

Çar: Veqetandina gundên Bêstaneya Mezin, Sermezra, Bêstaneya Biçûk û Omere Sor ji qezaya Deşta Hewlêrê û girêdana wan bi nehiyeya Bêstaneyê ya qezaya Deşta Hewlêrê ve.