Ji Serokwezîr Barzanî biryara alîkarî û mûçeyê bo astengdaran

25 August 2022 18:32 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî biryara alîkarî û mûçeyê bo astengdaran

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryar û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê alîkariyên ji bo astengdaran berdewam bikin û mûçeyê mîrasgiriya xanenişîniyê jî bistînin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû çînên Herêma Kurdistanê de û ji bo garantîkirina maf û îmtiyazên astengdaran û xwedî pêwîstiyên taybet, bi liberçavgirtina debara jiyana wan, îro pêncşemê 25ê Tebaxa 2022yan bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biyar hat dayîn ku dayîna alîkariya astengdariyê ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet berdewam be û di heman demê de mûçeya mîratgiriya xanenişîniyê bistînin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane bi qasî 9 milyar û 200 milyon Dînar dide 107 hezar astengdaran.

Herwiha piştî çaksaziya hikûmeta Kurdistanê ya lîsteya mûçexuran jî di pişkinînan de derketiye holê ku hejmarek ji wan kesan bi navê xanenişîniyê mûçe werdigrin lê bi awayê yasayî mûçe standine.