Zêdeyî 4 hezar ciwan di bin çavdêriya Serokwezîr Barzanî de bawernameyên dîplomayê xwe distînin

13 July 2024 14:35 0 dîtin
Zêdeyî 4 hezar ciwan di bin çavdêriya Serokwezîr Barzanî de bawernameyên dîplomayê xwe distînin

PeyamaKurd – Zêdetirî 4 hezar xwendekarên ku dewreya perwerdehiya ciwanan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû organîzekirin bi serkeftî bi dawî kirin, dîplomayên xwe distînin û tê plankirin ku bi Weqfa Qeterê re memorandumek lihevkirinê were îmzekirin.

Di merasima ku îro (13.07.2024) bi serperiştiya Serokwezîr Barzanî û bi beşdariya berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê hat lidarxistin, bawernameyên dîplomeyê dan 4 hezar û 200 ciwanên ku dewreya perwerdekirina ciwanan bi dawî anîne.

Di çarçoveya dewreya 6 mehan de ku ji aliyê Ofîsa Înîsiyatîv û Pêwendiyan a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi hemahengiya Weqfa Qeterê ve hatiye lidarxistin de 4 hezar û 200 ciwan hatin perwerdekirin.

Armanca kursê perwerdekirina ciwanan û xurtkirina hişmendiya neteweyî bû.

Herwiha di merasimê de ji bo pêşxistina şiyana ciwanên Herêma Kurdistanê, piştgirîkirina xwendekarên zanîngehan û gelek projeyên hevbeş di navbera Ofîsa Kargêrî û Pêwendiyan û Weqfa Qeterê de jî peymanek ji hevtêgihîştinê tê îmzekirin.

Sala borî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo avakirina welat û pêşxistina hestiyarbûna neteweyî fikra perwerdekirina ciwanan li navxwe û derveyî welat da Ofîsa Înîsiyatîfa û Pêwendiyan.