Parlamentoya Swîsre jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî nas kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Swîsreyê, jenosîd û komkujiya sala 2014an DAIŞê li ser Kurdên Êzidî bi fermî nas kir.
Parlamentoya Swîsreyê roja Sêşemê, di dengdana projeyasaya komkujiya ser êzidiyan de, li beramber 61 dengên na û beşdarnekirina 27 parlamenteran, bi dengê 105 parlementeran ên erê êzidiyan bi fermî nas kir.
Hêjayî gotinê ye, yekem car, Parlamentoya Ewropayê di Sibata 2016an de êrîşên DAIŞê yên 2014 li ser Kurdên êzidî wekî komkujî nas kiribû. Piştre jî Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya ku di Hezîrana 2016an de diyar kiribû ku DAIŞê li dijî Êzidiyan sûcê jenosîdê kiriye.
Heta niha nêzî 20 welatên wekî Amerîka, Îrlanda, Kanada, Luksemburg, Hollanda, Belçîka, Almanya, Swîsre, Ermenîstan, Îngîltere û Portekîz bi fermî qirkirina Êzidiyan nas kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin