Parlamentoya Belçîkayê Komkujiya ser Kurdên Êzidî bi fermî nas kir
PeyamaKurd – Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê, komkujiya kurdên êzidî ya bi destê rêxistina terorîst DAIŞê bi fermî nas kir.
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji medya Kurdistanê re ragihand: “Lijneya pêwendiyên derve ya Parlamentoya Belçîkayê bi yekdengî komkujiya kurdên êzidî bi fermî nasand.”
Ajgeyî diyar kir, Parlamenterê Belçîkayê Dr. Georg Dalaman spasî û pesnê piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê da ji bo pejirandina pêşniyarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin