Parlamentoya Iraqê îro yekem car li ser komkujiya Kurdên Êzidî dicive
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro yekem car li ser komkujiya Kurdên Êzidî dicive. Di civînê de, wê projeyasaya jenosîda Êzidiyan û çend mijarên din bên gotûbêjkirin.
Li gor bernameya karên desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, îro di saet 12:00an de civîna Parlamentoya Iraqê destpê dike û civîn ji 14 mijaran pêk tê û çend projeyasa dê werin gotûbêjkirin.
Di mijara 13em a civîna îro de, Parlamentoya Iraqê komkujiya ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzidî de kiriye, dê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin