Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de yekem car 2 Kurdên Kakeyî hatin hilbijartin
PeyamaKurd – Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de, yekem car 2 namzedên Kurdên Kakeyî ku her du jî jin in, hatin hilbijartin. Yek ji wan namzedan dibêje: “Em nûnerên hemû Kurdistanê ne, lê vegerandina aramiyê bo sînorê Kakeyînişîn, dibe karê me yê sereke.”
Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de, 2 namzedên Kakeyî ku her du jin in û li navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ne, serkeftin bidest xistin.
Namzeda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bazneya 2 ya Kerkûkê Necwe Hemîd Kakeyî, 10 hezar û 19 deng bidest xist û bû parlamenter, herwiha li Bazneya 1 a Parêzgeha Neynewa Ehlam Remezan ji Hevpeymaniya Kurdistan (YNK) bi 4 hezar û 910 dengan bû parlamenter.
Namzeda Derçûyî ya Bazneya Yek a Kerkûkê ji Lîsteya PDKê Necwa Hemîd Kakeyî daye zanîn, yekem car e 2 nûnerên Kakeyiyan li Parlamentoya Iraqê wê hebin, lê ew nûnertiya hemû Kurdistanê dikin ne tenê ya Kakeyiyan.
Necwe Kakeyî eşkere kiriye: “Ez xelka sînorê Daqûqê me, li wê derê jî ji ber rewşa xerab a emnî sê gundên Kakeyiyan hatine valakirin. Karê me yê sereke vegerandina aramiyê ye ji bo wan navçeyan.”
Di Gera Yekem a Parlamentoya Iraqê de, tu nûnerekî Kakeyiyan nebû, lê li gerên dû, sê û çar, nûnerekî wan li parlamento hebû, di gera pêncem de jî dû nûnerên wan dibin ku her du jin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin