Di hilbijartinên parlamentoya Gurcistanê de, Partiya Xeyala Gurcî 53,9 deng wergirtin û bû yekemîn

28 October 2024 14:39 0 dîtin
Di hilbijartinên parlamentoya Gurcistanê de, Partiya Xeyala Gurcî 53,9 deng wergirtin û bû yekemîn

PeyamaKurd –  Di hilbijartinên parlamentoyê de yên ku pêr (26ê cotmeha 2024an) li Gurcistanê pêk hatin, Partiya Xeyala Gurcî ya desthilatdar bi rêjeya dengan a  ji sedî 53,93yê bû yekemîn.

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê piştî ku jimartina dengan temam bû tabloya hilbijartinê ya nefermî li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Li gorî vê yekê Partiya Xeyala Gurcî ya desthilatdar di hilbijartinê de ji sedî 53,93yê dengan wergirt û bû partiya yekemîn.

“Koalîsyona ji bo Guherînê” bi ji sedî 11,03 dengan bû ya duyemîn, “Yekitî ji bo Rizgarkirina Gurcistanê” bi rêjeya ji sedî 10,16 bû ya sêyemîn, “Gurcistana Bihêz” ji sedî 8,81 bû ya çaremîn û “Gakharia ji bo Gurcistanê” jî ji sedî 7,77ê dengan wergirt û bû ya pêncemîn.

Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Kobaxîdze li navenda partiya xwe ya desthilatdar, Partiya Xeyala Gurcistanê ya li paytext Tiflîsê daxuyaniyek da.

Kobaxîdze diyar kir ku hilbijartin di nava hevrikiyê de derbas bûne.

Kobaxîdze bal bir ser wê yekê ku çavdêrên navneteweyî jî piştrast kirin ku “hilbijartin li gorî hemû prensîbên hilbijartinê hatine kirin” û got, “Tu îşaretek li ser nerewabûna hilbijartinan nîne.”

Partiyên opozîsyonê encaman qebûl nakin

Hin blokên hilbijartinê yên ku benda ji sedî 5ê ya ji bo ketina meclîsê derbas kirin û piştî Partiya Xeyala Gurcî ya desthilatdar, dengên herî zêde bi dest xistine, daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê red dikin.

Rêberên bloka hilbijartinê ya “Yekitî ji bo Rizgarkirina Gurcistanê” û bloka hilbijartinê “Koalîsyona ji bo Guherînê” ku di bin serokatiya Tevgera Neteweyî ya Yekbûyî de, partiya sereke ya mixalefetê ya ku ji hêla serokê berê Mîxaîl Saakaşvîlî ve hatiye damezrandin ku niha di girtîgehê de tê darizandin, hikûmeta Gurcistanê bi “diziya dengan” tawanbar kir û ragihand ku ew vê encamê qebûl nakin.

Serokên bloka hilbijartinê ya “Koalîsyona ji bo Guherînê” diyar kir ku ew ê neçin parlementoya ku dê li gor daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê bê avakirin.

Mamûka Xazaradzeyê serokê bloka hilbijartinê ya “Gurcistana Bihêz” got ku “Hikûmetê bi piştgiriya Rûsyayê hilbijartin ji gel diziye.”

Partiyan hewl da benda ji sedî 5ê derbas bikin

Partiya Xeyala Gurcî di hilbijartinên 2012, 2016 û 2020î  de jî  bi ser ketibû.

Di hilbijartinê de 4 blokên ketin hevrikiyê ku di nav wan de 18 partî hene, ji bo ku benda ji sedî 5ê derbas bikin.

Partiyeke siyasî yan jî blokeke ku bikare 76 kursiyên parlamentoyê bi dest bixe, wê bi tena serê xwe karibe hikûmetê ava bike.