Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 249 partiyan navê xwe tomar kir

23 February 2021 16:36 0 dîtin
Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 249 partiyan navê xwe tomar kir

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku heta niha 249 partiyan navê xwe ji bo beşdarî hilbijartinên pêşwext bibin tomar kiriye.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xulay, ji medya Iraqê re ragihand ku heta niha navê 30 hevpeymaniyan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê hatine pejirandin, 8 hevpeymanî jî di qonaxa guftûgoya pejirandinê de ne û 7 hevpeymaniyên din jî daxwaza pejirandinê pêşkeş kirine.

Cumane Xulay got, 59 hemwelatîyan wek namzedên serbixwe navê xwe ji bo beşdarbûna hilbijartinê tomar kirine.

Li ser hejmara partiyên siyasî jî Cumane Xulay eşkere kir, heta niha 249 partiyan bo beşdarbûna hilbijartinên pêşwext navê xwe tomar kirine, 58 partî jî di qonaxa avabûnê de ne û 86 partiyên din jî daxwaza tomarkirinê pêşkeşî komîsyonê kirine.

Xulay diyar kir ku niha 915 hezar û 360 dengdêran zanyariyên xwe li komîsyonê nû kirine.

Hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê wê 10ê Cotmeha 2021ê bên kirin.