Parlamentoya Iraqê yekem rûnistina pistî hilbijartinê pêk anî
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê îro 9ê Çileyê 2022yan roja Yekşemê yekem civîna xwe li dar xist.
Seroktiya rûniştina yekem a xula pêncem a Encûmena Nûneran a Iraqê bi seroktiya parlamenterê herî bi temen Mehmûd Meşhedanî hat vekirin û piştî sondxwarina 339 parlamenterên hilbijartî wê serokê nû yê parlamenê û cîgirên wî bên hilbijartin.
Civîna yekem bi xwendina çend ayetên Qurana pîroz dest pê kir û piştre Sekreterê Giştî yê Encûmena Nûneran navên parlamenterên hilbijartî xwendin.
Li Iraqê ji sala 2003an ve, Serokatiya Encûmena Nûneran ji pêkhateya Sunî re, Serokatiya Encûmena Wezîran ji pêkhateya Şîe re û Serokatiya Komarê jî ji pêkhateya Kurd re ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin