Viyan Sebrî: Wê PDK di rûnistina Parlamentoya Iraqê de deng bide Letîf Resîd
PeyamaKurd – Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî diyar kir, wê PDK di rûniştina Parlamentoya Iraqê de deng bide namzedê serokomariyê Letîf Reşîd.
Li gor zanyariyan, biryar e îro Pêncşemê di saet 11:00an de, endamên Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû bicivin.
Beriya civîna parlamentoyê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina helwesta xwe ya dawî derbarê hilbijartina serokomarê nû, civiyabû.
Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî da zanîn, PDK beşdarî rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê dibe û wê deng bide Letîf Reşîd.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin