Bernameya rûnistina Parlamentoya Iraqê ya hilbijartina serokomar eskere bû

25 March 2022 19:40 0 dîtin
Bernameya rûnistina Parlamentoya Iraqê ya hilbijartina serokomar eskere bû

PeyamaKurd – Serokatiya Parlamentoya Iraqê bernameya kar a rûniştina sibe 26ê Adarê ku wê ji bo posta serokomar deng bê dayîn eşkere kir.

Di nivîsa ku îro 25ê Adarê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye belavkirin de, karnameya sibe ya rûniştina parlamentoyê ya roja 26.03.2022yê hat eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê sibe li demjimêr 11:00ê rûniştina parlamentoyê bi çend ayetên Qur’anê destpê dike û piştre jî wê dengdana hilbijartina serokomarê Iraqê bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, 4 namzedên posta serokomariya Iraqê li parlamentoyê diçin ber dengdanê ku yek ji wan namzedê YNKê Berhem Salih e û namzedê din ê herî bihêz jî Rêber Ehmed e ku ji aliyê PDK û Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ve hatiye namzedkirin.