Hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê bo demeke nediyar hate pasxistin
PeyamaKurd – Ji ber ku hejmara pêwîst a parlamenteran li hola parlamentoyê amade nebû, rûniştina bo hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo dîrokeke nediyar hate paşxistin.
Hate ragihandin ku parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokê parlamenê civiya ye û di dengdanê de ti namzedek negihîştiye hejmara tê xwestin û dendgan maye gera duyemîn û bo demeke nediyar hatiye paşxistin.
Dengdan li ser namzedên Partiya Teqedûm Şalan Ebdulcebbar, siyasetmedarê Sûnî Xamis Xencer, parlamenterê Partiya Siyade Salim el-Îsawî, serokê berê yê parlamenê Mehmud Meşhedanî, siyasetmedarê sûnî Talal Zavbaî û wezîrê berê Amir Abdulcebbar de, hate kirin û ti namzedekî dengên pêwîst di gera yekem de bi dest nexist.
Ji bo dengdana duyem jî ji bo her namzedekî pêwîstî bi dengên 50+1 heye û rûniştin ji ber vê bo demeke nediyar hate paşxistin.
Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, 14ê Mijdara 2023yan bi biryara Dadgeha Federal ji kar hatibû dûrxistin û ji wê demê ve serokê nû nehatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin