Viyan Sebrî: Hikûmeta Iraqê ji projeya Hesabê Min razî ye û ti pirsgirêk tune ye

03 November 2024 21:59 0 dîtin
Viyan Sebrî: Hikûmeta Iraqê ji projeya Hesabê Min razî ye û ti pirsgirêk tune ye

PeyamaKurd – Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, bankên beşdar di projeya Hesaba Min de fermî ne û ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve tên naskirin.

Viyan Sebrî îro Yekşemê 03.11.2024 di daxuyaniyekê de ji K24ê re gotiye: “Hikûmeta Iraqê di projeya Hesabê Min ku li cem Banka Navendî hatiye tomarkirin, ku projeya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, danûstandinan ligel bankan dike. Wbankên Îraqî ku di projeya Tewtîn de li cem Banka Navendî hatine tomarkirin."

Viyan Sebrî diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji projeya Hesabê min razî ye û ti pirsgirêk jê re tune û got, “Projeya Hesaba Min hatiye siyasîkirin, ew proje ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û xizmeta mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê dike.

Serokê partiyê nikare pêşiya vê yekê bigire, eger bike dê hem zirarê bide xwe hem jî gelê xwe." Sebrî da zanîn ku, ti aliyek di astengkirina projeya Hesabê Min de serketî nabe ji ber ku ew proje hikûmetê ye û yasayî ye.”

Serokê Fraksiyona PDKê Sebrî got: “Bankên projeya Hesabê Min fermî ne û Hikûmeta Iraqê bi awayekî yasayî ligel wan kar dike.”