'Hikûmeta Kurdistanê zêdetirî milyonek koçberên Iraqê yên ji DAISê reviyane xwedî dike'

03 May 2020 15:07 0 dîtin
'Hikûmeta Kurdistanê zêdetirî milyonek koçberên Iraqê yên ji DAISê reviyane xwedî dike'

PeyamaKurd - Rêveberê Koç û Koçberan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn ragihand ku bêtirî milyonek koçberên Iraqê yên ku ji ber DAIŞê reviyane, hê jî li Herêma Kurdistanê dimînin û venegeriyane ser cih û malên xwe. Yasîn da zanîn ku Bexda jî wek pêwîst alîkariya van koçberan nake.

Şakir Yasîn ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye: “Bêtirî 40 kampên koçberan li Herêma Kurdistanê hene û hejmarek ji wan kampan jî taybet in bi koçberên dema şerê DAIŞê. Mixabin ji ber barê giran ê li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek koçber li dervey kampan jî bicîh bûne.”

Yasîn got: “Bêtirî milyonek koçberên Iraqê, yên ku ji ber DAIŞê reviya bûn, hêj li Herêma Kurdistanê ne, ku ji herdû parêzgehên Mûsil û Enbar hatine. Hikûmeta Kurdistanê wek erkeke mirovatî hemêza xwe ji van koçberan re vekiriye lê Hikûmeta Iraqê jî wek pêwîst alîkariya Hikûmeta Kurdistanê nake ji bo ku em jî wan alîkariyan bighînin destê koçberan.”