Hikûmeta Kurdistanê ji bo welatiyan milyonek lître benzîn dabîn dike

24 October 2021 15:05 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê ji bo welatiyan milyonek lître benzîn dabîn dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezareta samanên sirûştî ya Kurdistanê zêdetirî milyonek lître benzîn ji bo xelkê Kurdistanê dabîn dike.

Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand, di çarçoveya hewlên wezareta samanên sirûştî bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna benzînê û bi fermana serokê hikûmetê, 540 hezar lître benzîn îro digihîje her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û di nav du rojên din de dê du ev rêje bigihîje zêdetirî milyonek lître.

Fermangehê da zanîn, krîza sotemeniyê ne tenê pêsîra Herêma Kurdistanê girtiye, pêsîra hemû cîhanê girtiye û hikûmeta Kurdistanê jî welatiyan piştrast dike ku dê hemû hewlên xwe ji bo çareserkirina wê krîzê bikar bîne.