Iraq li gorî rêkeftina Hewlêr-Bexdayê rojane milyonek lître benzîn disîne Kurdistanê
PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de hikûmeta Iraqê milyonek lître benzîn ji Herêma Kurdistanê re şand.
Hat ragihandin ku îro Sêşemê milyonek lître benzîn ji Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Benzîna hatiye şandin, di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de hatiye şandin û wê êdî rojane ev qas benzîn ji Bexdayê bigihîje Herêma Kurdistanê.
Bi hatina wê benzînê re tê texmînkirin ku nirxa benzînê li Herêma Kurdistanê erzan bibe ku ev demek bû nirxa benzînê li Herêma Kurdistanê zêde bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin