Seso: Iraq bi ti awayî pabendî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de nabûye
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Êzîdxan Heyder Şeşo diyar kir, komên ser bi Heşda Şeibî û PKKê li nav Şengalê ne û Hikûmeta Iraqê bi ti awayî pabendî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şengalê de nebûye.
Heyder Şeşo beşdarî K24ê bû di wir de nîgeraniya xwe nîşan da, ku Neteweyên Yekbûyî weke pêwîst ji bo vegerandina awareyên Şengalê nexebitiye. Tevî ku bi dehan kampên awareyan li Iraqê hatine girtin û aware vegerandine ser cih û warên xwe, lê ti zemînsaziyek ji bo vegerandina awareyên Şengalê nehatiye kirin.
Fermandarê Hêzên Êzîdxan destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê niha navekî nû dide wan hêz û koman, ku li gor rêkeftinê divê ji Şengalê derkevin, ev jî ji bo ku rewatiyek bide wan hêz û komên çekdarî, da ku li Şengalê bimînin, di rastiyê de ew hêz û kom, bûne sedema cîbicînekirina wê rêkeftinê, bi taybetî çekdarên Heşda Şeibî û PKKê.
Herwiha Heyder Şeşo destnîşan kir, hemû berpirsyariya cîbicînekirina rêkeftina Şengalê, di stûyê Hikûmeta Iraqê de ye, ku bi rastî ti baweriyeke Hikûmeta Iraqê bi wê rêkeftinê tune ye.
Herî dawî Heyder Şeşo eşkere kir, civaka navdewletî di asta çaverêkirina wan de nebûye li hember vê rêkeftinê, çimkî di erkê çavdêrîkirinê de ti zextek ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê bi kar neaniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin