Seso: Hikûmeta Iraqê berpirsê bicihkirina rêkeftina Singalê ye

13 June 2023 18:09 0 dîtin
Seso: Hikûmeta Iraqê berpirsê bicihkirina rêkeftina Singalê ye

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo li ser hewldanên aliyan ji bo bicihkirina rêkeftina Şingalê û vegera koçberên Şingalê got ku berpirsiyariya bicihanîna rêkeftina Şingalê li ser hikûmeta Iraqê ye, divê êdî li şûna axaftinê di pratîkê de were bicihkirin.

Heyder Şeşo ji K24ê re gotiye, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî berdewam dibêjin, piştgiriya rêkeftina Şingalê dikin û dixwazin ew rêkeftin were bicihkirin, "lê belê axaftin tenê ne bes e û divê ev axaftin bibin pratîk".

Şeşo, diyar kir ku nakokiyên navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNK, bandor li ser bicihkirina hemû rêkeftinên navbera herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî rêkeftina Şingalê, loma ew daxwaz dikin, rêkeftina Şingalê ji milmilaniyên siyasî were cudakirin.

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê da zanîn, bicihkirina rêkeftina Şingalê li stûyê hikûmeta niha ya Iraqê ye û ew hêzên çekdar ên li Şingalê ne ku niha navçe di destê wan de ye û rê li ber vegera koçberan digirin.