‘Heta niha jî Bexdayê ti xaleke rêkeftina ligel Hewlêrê bicih nekiriye’
PeyamaKurd - Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî eşkere kir ku heta niha ti xaleke rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye bicihkirin û Bexda naxwaze pirsgirêkan çareser bike.
Şêrwan Duberdanî bal kişand ser ku ew kesên ku li Kerkûkê li dijî radestkirina baregehên PDKê daketine kolanan, endamên hin partiyên siyasî û hêzên ewlekariyê ne, bi cilûbergên sivîl derketine kolanan û ev jî tê wê wateyê ku hin aliyên siyasî li dijî vegera PDKê ya Kerkûkê ne.
Duberdanî ji K24ê re gotiye: “PDKê her dem li gel xelkê Kerkûkê bûye, hêvîdar im di demeke nêzîk de em vegerin Kerkûkê û zêdetir xizmeta xelkê Kerkûkê bikin.”
Li ser bicihnekirina madeya 140 jî Duberdanî diyar kir: “Ji bo bicihkirina madeya 140ê, Komîteya Bicihkirina Madeyê gelek civîn kirin û hin biryar dan, yek ji wan biryaran jî qerebûkirina welatiyan e, ku ev çend sal in hatiye rawestandin, lê pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê zêdetir bişopînin û çavdêriyê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin