Ji Amerîka daxuyaniya rêkeftina Hewlêr-Bexdayê û hinardeya petrola Kurdistanê!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re pêk anî, ji ber îmzekirina rêkeftina petrolê ya Bexda û Hewlêrê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonê ya doh 18ê Nîsanê hatiye kirin de, Blinken ji ber hewldanên bo rêkeftina hinardeya petrolê ya navbera Bexda û Hewlêrê, pîrozbahî li Sûdanî kiriye.
Ofîsa Serokwezîrîya Iraqê jî ragihand ku di pêwendiya telefonî de, têkiliyê dualî yên herdu welatan hatine gotûbêjkirin û herwiha li ser rola Amerîka ya geşepêdana aborîya Iraqê û têkoşîna dijî terorê hatiye axaftin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê pêwendiya Blinken û Sûdanî de, da xuyakirin ku Blinken gavên cesûr ên li ser mijara enerjiyê û başkirina xizmetguzariyên bo gel bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Blinken, herwiha ji bo lihevkirina li ser hinardeya petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de û birêvebirina dahata petrolê Sûdanî pîroz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin