Daxuyaniya APIKURê li ser serdana Geoffrey R. Pyatt a Hewlêr û Bexdayê
PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins diyar kir ku wan pêşwazî li serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê Geoffrey R. Pyatt bo Bexda û Hewlêrê kir û careke din tekez kir ku kompaniyên endamên APIKUR amade ne ku petrola Herêma Kurdistanê bişînin derve.
Berdevkê APIKURê Myles Caggins di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo karûbarên enerjiyê yên Bexda û Hewlêrê pêşwazî kirine.
Myles Caggins ev serdan wekî "nîşanek bihêz û pêwîst" binav kir ku karbidestan dest bi gihandina armancên xwe yên berê diyar kiribûn û ji nû ve hinartina petrolê bidin destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya roja 15.05.2024ê de hatiye, ku Cîgirê Wezîrê Pyatt li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li ser giringiya jinûve destpêkirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê gotûbêj kiriye.
Caggins diyar kir ku hevdîtinên berpirsê Amerîkayê yên li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mihemed Şîa Sûdanî dirêjkirina hevdîtinên Konferansa Ewlekariyê ya Washington û Munchenê ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şirketên endamên APIKURê amade ne ku hinartina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin, eger lihevhatinek çêbibe ku wê bikarin pereyên hinardekirina petrolê di dema borî û paşerojê de werbigirin. Lê divê şert û mercên aborî û bazirganî û peymanên me bên parastin. Lewma destpêkirina hinartina petrolê wê bi kêrî hemû welatî û hevkarên Iraqê were.”
Li gor daxuyaniya Berdevkê APIKURê Caggins, serdana Geoffrey R. Pyatt bo Hewlêr û Bexdayê " giringiya hevahengiya di navbera hemû alî û hevkarên pêwendîdar de ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye radigihîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin