Daxuyaniya Macron li ser serdana wî ya Iraqê
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku di serdana xwe ya Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê wê bi hemû aliyan re bicive.
Macron di 6ê Cotmeha 2023an da di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da pirsên endamên çapemeniyê bersivand. Li ser pirsa K24ê, gelo Serokê Fransa di serdana xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê de, plan dike ku aliyên Iraqî û Kurdistanî li ser yek maseyê ji bo çareserkirina krîzan kom bike? Macron gotiye, "Em ê di serdana xwe ya Iraqê de bi hemû aliyan re hewl bidin pirsgirêkan çareser bikin."
Bêîstiqrariya li Iraqê dibe sedem ku gelek penaber ji Ewropayê dûr bikevin.” Macron tekez kir, ew ê beşdarî Konferansa Bexdayê ya ji bo serweriya Iraqê bibe û ji bo aramiya Iraq û navçeyê kar bike.
Serokomarê Fransayê amaje bi wê yekê jî kir, ew hêvîdar in di kongreya Bexdayê de, ji bo aramiya Iraqê projeyek berçav bi pêş bixin û got, ew dê ji bo bidawîkirina kirîza koçberan kar bikin.
Sêyemîn Konferansa Bexdayê ku duyemîn konferans di dawiya sala borî de li Urdinê hat lidarxistin, biryar e di 30ê Mijdarê de bi beşdariya Iraq, Fransa, welatên cîran, Misir, Qeter, Îmarat û gelek rêxistinên navdewletî li Bexdayê were lidarxistin.
Civata Siyasî ya Ewropayê (AST) ku salek berê bi pêşengiya Fransa hat avakirin û 27 endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) û 18 welatên Ewropayê di nav de cih digirin. Piştî civîna li Komara Çek di 6ê Cotmeha 2022an de û li Moldovayê di 1ê Hezîrana 2023an de, civîna xwe ya sêyemîn li Granada, Spanya pêk anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin