Macron: Serdana Papa bo Iraqê serdaneke dîrokî ye

22 March 2021 14:59 0 dîtin
Macron: Serdana Papa bo Iraqê serdaneke dîrokî ye

PeyamaKurd – Koşka Elysee diyar kir, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê serdana Papa Francis bo Iraqê, pîrozbahî li Papayê Vatîkanê kiriye û serdan, weke xaleke werçerxan bi nav kir.

Koşka Elysee daye zanîn, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê derbarê serdana Papa bo Iraqê, pîrozbahî li Papa Francis kiriye.

Emmanuel Macron destnîşan kiriye, serdana Papa Francis bo Iraqê serdaneke dîrokî ye û bandoreke wê ya girîng heye.

Herwiha Macron eşkere kiriye, serdana Papa weke xaleke werçerxan a rasteqîn li Rojhilata Navîn e.