Macron serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Rêvebirê Navenda Fransî ya Lêkolînên li Ser Iraqê Adil Baxewan îro 31ê Tebaxê got ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron wê di dawiya meha Mijdara 2023yan de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.
Baxewan daye xuyakirin: “Serokê Fransayê piştî Bexdayê dê serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.”
Dr. Adil Baxewan li ser armanca Macron a vê serdanê ji K24ê re gotiye, Serokomarê Fransayê ji bo beşdarî konferansa Bexdayê ya Sêyemîn û gotûbêjkirina çend pirsan ligel berpirsên her du hikûmetên Iraq û Kurdistanê bibe, serdana Bexda û Hewlêrê dike.
Dr. Adil Baxewan diyar kiriye, Fransa dixwaze Hewlêr û Bexda dawî li pirsgirêkên xwe yên hilawistî bînin, ji ber wê jî Emmanuel Macron dê li gel berpirsên her du Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kar ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bike.
Baxewan daye zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li gorî yasaya bûdçeya federal bi cih aniye, lê Bexda naxwaze pabendî rêkeftinan bibe û yasaya bûdçeyê bicih werîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin