Sanda leskerî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê şandeke pilebilind ya ewlehî û leşkerî ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Nivîsgeha şîretkarê asayişa netewî ya Iraqê Qasim Eirecî da xuyakirin, îro 9ê Gulanê şandeke ewlehî û serbazî bi serokatiya Qasim Eirecî serdana Hewlêrê dike.
Hat zanîn ku di nav wê şandê de cîgirê fermandarê operasiyonên hevbeş Ebdulezmîr Şemerî jî cî digire.
Biryare şanda leşkerî ya Iraqê bi berpirsên Kurdistanê û wezareta Pêşmerge re li ser metirsiya bihêzbûna DAIŞê, rewşa deverên Kurdistanî û cîbicîkirina rêketfina Şingalê û hemahengiya ligel hêzên Pêşmerge gotûbêjan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin