Sanda leskerî ya Iraqê ji bo navçeyên nakok serdana Kurdistanê dike

27 December 2019 16:48 0 dîtin
Sanda leskerî ya Iraqê ji bo navçeyên nakok serdana Kurdistanê dike

PeyamaKurd -  Berdevkê Ofîsa Fermandarê Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Ebdulkerîm Xelef ragihand ku zanyariyên derbarê hebûna hêzên Amerîkayê li Mexmûr û Xaneqîn nerast in û got, wê hefteya pêşiya me şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê serdana Hewlêrê bike.

Lîwa Ebdulkerîm Xelef got, “Tenê bi rêya odeya bilind a operasyonan li Bexdayê hemahengî di navbera hêzên Iraqî û Amerîkî de heye û îdiayên ku behsa hebûna hêzên Amerîkayê li Mexmûr û Xaneqînê dikin, ji rastiyê dûr in.”

Ebdulkerîm Xelef ji Rûdawê re diyar kiriye ku “hemahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê heye” û tekez kir, ji bo vê yekê şandeke pilebilind a bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Ebdulemîr Yarellah hatiye plankirin.

Xelef got, biryar e serdana şanda bilind a leşkerî hefteya pêşiya me pêk were û da zanîn ku ew ê “mijara rêkxistina karên birêvebirina navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û navçeyên di jêr kontrola artêşa Iraqê de, her ji Xaneqînê ve ta Zummarê bi rayedarên Kurd re gotûbêj bikin.”

Serdana şanda serbazî ya Iraqê di çarçoveya rewşa navçeyên nakok (herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêma Kurdistanê mane) de ye ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, ji beşek ji rûberên parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Diyaleyê û tevahiya parêzgeha Kerkûkê digire nav xwe.

Şandên herdu aliyan di nav sala 2019ê de çend caran li Bexda û Hewlêrê civiyabûn û li ser pişka Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê, dosyeya petrolê û rêvebirina navçeyên nakok danûstandin kiribûn.

Li gor benda 140 a Destûra Iraqê divê çarenivîsa wan navçeyên Kurd bi rêya referandumekê were yekalîkirin, lê belê Bexda heta niha pabendî wê benda destûrê nebûye û referendum nehatiye kirin.