Sanda leskerî ya Iraqê ji bo valahiya ewlehiyê serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke leşkerî ya Wezareta Berevaniya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike ku ew şand dê ji bo tijîkirina valahiyê ewlehiyê were Kurdistanê.
Cîgirê sererkanê wezareta Pêşmerge, Qehreman şêx Kemal ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, şandeke serbazî ya Wezareta Berevaniya Iraqê dê çend rojên din serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên Wezareta Pêşmerge re hevdîtinan bike.
Qehreman şêx Kemal got, ew şanda Iraqî dê ji bo tijîkirina wê valahiya ewlehiyê, ya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de were Kurdistanê.
Fermandeyê Pêşmerge da zanîn, ew civîna han berdewamiya xebatên wezaretên Pêşmerge û berevaniya Iraqê ye ji bo tijîkirina valahiyê ewlehiyê, ji ber ku par rêkeftinek di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê de hatibû kirin bo nehîştina valahiya ewlehiyê da ku DAIŞ nekaribe tê de bi kêfa xwe bigere û êrîş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin